Parlamenterkî Iraqê: Mafê Iraqê heye Davutoglu bigre
Parlamenterê Dewleta Yasa ya girêda serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Ebulhadî el-Hesanî derbarê serdana wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ya bo Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Davutoglu hemû bingeh û pîvanên dîplomasî yên navneteweyî ku di peywendiyên navneteweyî de tên peywerkirin binpê kiriye.”
El-Hesanî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Davutoglu bêyî agehdarkirin û hemahengiya hikûmeta Iraqê serdana Kerkûkê kiriye. Lewra ji niha de mafê hikûmeta Iraqê heye ku wezîrê derve yê Tirkiyê bigre.”
Parlamenterê Dewleta Yasa serdana Davutoglu wekî nameyeke pir xirab dike û wekî destlêwerdanekî vekirî û eşkere ya li karûbarên Iraqê bi nav dike û got: “Pêwîste hikûmeta Iraqê balyozê xwe ji Tirkiyê vekêşe. Divê bangî balyozê Tirkiyê yê Bexdayê bike û 24 saetan dem bide ku ji Iraqê derbikeve.”
Parlamenterê Dewleta Yasa Ebulhadî el-Hesanî diyar kir ku bi ti awayî qebûl nakin wezîrê derve yê Tirkiyê bêyî agehdariya Iraqê serdana Kerkûkê bike û di dawiya axaftinên xwe de vê pirsê dike, çêdibe berpirsên payebilind ên Iraqê bêyî agehdariya fermî ya Tirkiyê serdana navçeyekî Tirkiyê bike?
Rudaw
