• Sunday, 08 February 2026
logo

Hat Nûkirin...Ehmed Dawud Oglu gihşt Kerkûkê

Gulan Media August 2, 2012 Nûçe
Hat Nûkirin...Ehmed Dawud Oglu gihşt Kerkûkê
Îro 2/8/2012`an, wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu gihîşte parêzgeha Kerkûkê û ji aliyê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Hesen Toran û endamên encûmenê ve hate pêşwazî kirin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê yekem care seredana Kerkûkê dike ev jî piştî ku duh bi seredanekê gihîşte Hewlêrê û digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya hat.

Oglu ji ajansa Anadolê ya Tirkî re ragehandiye ku: Demek dirêje xwestiye seredana Kerkûkê bike, çûnkî bajarê Kerkûkê çendîn sale bajarê pêkvejiyanê û aştiyê bûye û netewên weku Kurd û Ereb û Tirkuman wek xwîşk û bira di xweşî û nexweşiyê de bi hevre jiyane.

Her weha wezîrê derve yê Tirkiyê Dawud Oglu digel parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm jî civya û rewşa Kerkûkê di warê pêkvejiyana hemû pêkhateyan hate gotûbêj kirin.

Ehmed Dawud Oglu xweşhaliya xwe anî ziman û gotiye: Şanazî dikim piştî 75 sal ez yekem wezîrî derve yê Tirkiyê me ku min seredana Kerkûkê kiribe.

Biryare di wê seredana wezîrê derve yê Tirkiyê de digel çendîn kesayetyên wî bajarî bibîne û bi wan re bicive, piştre jî Dawud Oglu dawî li seredana xwe ya Herêma Kurdistanê bîne û vegere Tirkiyê.

Xendan
Top