Bajarokên Herêma Kurdistanê piştgirî da Rojavayê Kurdistanê
Li gor ajansa Feratê ya nûçeyan, demjimêr 22:00 duh şevê, saziyên medenî, çalakvanên sivîl, rojnamevan û gelê her du navçeyên Rewandiz û Soranê, bi armanca piştgiriya ji şoreşa Sûriyê û azadkirina Rojavayê Kurdistanê kombûnek saz kirin. Kombûn li navenda bajarê Rewandizê hate lidarxistin û beyanameyek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de çalakên sivîl ji gelê Kurd xwestin ku her Kurd xwe li hember Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar bibîne û erkên xwe li hember gel bi cîh bîne.
Di berdewama daxuyaniyê de çalakan nerazîbûna xwe li hemberî leşkerkêşiya hêzên Iraqê bo navçeyên sînorî yê Herêma Kurdistanê derbirî û her wisa ji Serokatiya Herêmê xwestin ku bi her awayî piştgîriya penaberên Rojavayê Kurdistanê bikin ku hatine Başûrê Kurdistanê û di rewşeke xirab de ne.
AKnews
