Total Jî Li Kurdistanê Dest Bi Hêlbirîna Petrolê Dike
Di vê derbarê de evro Berpisên kompaniya han eşekre kirin ku, peymanek îmze kirine û li gorî peymana han kompaniya Total vê li Kurdistanê de dest bi dîtin û hêlbirîna petrolê bike.
Hêjayê gotinêye ku, Total dibe duyemîn kompaniya mezin ya Cîhanê yên ku, li Kurdistanê de dest bi hêlbirîna petrolê dikin û beriya demekî jî kompaniya Shevron ya Amerîkayî peymanek di vê derbarê de îmze kiribû.
