• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Eyad Elawî û Dr. Ehmed Çelebî kir

Gulan Media August 2, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Eyad Elawî û Dr. Ehmed Çelebî kir
Duh çarşem 01/08/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Dr. Eyad Elawî Serokê Fraksiyona El Iraqiye û Emîndarê Giştî yê Tevgera Tîfaqa Nîştimaniya Iraqê û Dr. Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Nîştimaniya Iraqê û Endamê Hevpeymaniya Nîştimanî û şanda li gel kir.

Li vê hevdîtinê de, di derbarê guhertin û tevgera siyasiya nîştimanî û kêşe û astengên ku rûbirûya pêvajoya siyasî û pêwendiya di navbera aliyê cûda cûdayên beşdarvanên kiyana siyasî dibê hate guftûgokirin.

Girîngiya çirkirina hewlan jî hate dupatkirin ku berev peydakirina çareseriyeke bingehîn ku hevkariya rasteqîne û karê hevbeşê birêvebirina welat da mîsoger bike ew jî li gor prensîpên destûr û peymanan û karnameyên pêşniyazkirî ku li rêya serekîne ji bo çareseriyeke guncawê kêşe û giriftan.
Top