• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir

Gulan Media August 2, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir
Duh çarşem 01\08\2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya birêz Ahmet Davudoglu Wezîrê Derveyê Komara Tirkiye û şanda li gel kir ku ji rêzdar Omer Çelîk Cîgirê Serokê Akparti û Şêwirmendê Wezîrê Derve û Balyozê Tirkiye li Iraqa Federal û Konsolê wî welatî li Hewlêr û hejmarek ji berpirsan pêkhatibû.

Paşê li civînek de ku her yek ji rêzdaran Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêm û Erselan Bayîz Serokê Parlemena Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Sekreterê Giştî û Mela Bextiyar Kargêrê Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Kerîm Şingarî Wezîrê Navxo û Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştî û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê amade bûn, behsa pêwendiya du qoliyan û pirsên navçeyê bi taybetî rewşa Suriye kirin û vê ragihandina rojnamevaniya hevpar belavkirin:

Îro li Hewlêr birêz Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Komara Tirkiye û birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê guftûgoyekî berfireh û dostane û binyadnera di derbarê pêwendiya du qoliyan û pirsên herêmî, bi taybetî li ser pêvajoya Suriye hebû. Her du alî xweşhaliya xwe beramber hengavên pêwendiyên xwe nîşanda û li ser berfirehkirina wan ya li hemû waran da, bi taybetî li warê pêşketinên aborî û uze(enerji)yê da rêkkeftin.

Tekez kirin ku pêvajoya Suriye karesatawiye û êşên gelê Suriye berdewame, qurbanî û wêrankirin li astek daye, ku wêneya xwe nîne, tekez jî kirin ku reftar û siyaseta rejîma Suriye ji bo anîna nakokiyên eşîrî û etnîkî li nav welat da hineke dinî pêvajoyê xerap kiriye û pêşketinên Suriye êrîşe li ser asayîş û aramiya herêmê dirust dike. Bi hemû pêverek ev pêvajo nayê qebulkirin.

Her wiha tekez li ser pabendbûna xwe ya bi veguhestina aştiyaneya siyasiya li Suriye kirin û dûpat kirin ku paşaroja Suriye divê bi tenê ji aliyê îradeya azadaneya gelê Suriye ve biryarê lê bidin.

Her du alî rêkkeftin li ser alîkarî û hemahengiya hewlên wan ya bi mebesta yarmetîdana gelê Suriye ji bo pêkanîna daxwazên rewayên Suriyeya demokratî, azad û firehî, ku hemû welatî li maf û azadiyan da wekhev bibin û li Suriyeya nû da pêwîste nasnameya hemû nîjadan, ol yan jî eşîran rêz lê bigrê û divê mafên wan bête dabîn kirin û bête parastin, her wiha nîgeraniyeke zêdeya xwe di derbarê ne aramî û pevçûnên li Suriye derbirî û tekez li wê yekê kirin ku her hewlek ji bo qostina valahiya desthilat ji aliyê her grûp û rêxistineke tundutîjiyê ve bi êrîşa hevbeş tê danan û pêwîste bi hevbeşî bête çareser kirin.

Pêwîste Suriye ya nû li her grûp yan rêxistineke tundrew û terorîst vala bê û her du alî rêkkeftin li ser berdewamiya şêwirîn û alîkariya bi awayekî li berjewendiya aştî û aramiya navçeyê da bê.
Top