Davutoglu Îro tê li Hewlêrê
Piştî daxuyaniyên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên derbarê perwerdekirina leşkerên kurd ên ji artêşa Sûriyê cûdabûyîn û hatine Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan heftiya borî diyar kir ku wê heftiya bê (Îro) wezîrê derve Ahmed Davutoglu bişîne Hewlêrê.
Li gor agehdariyên ketine destê Rûdawê, wê wezîrê derve Ahmed Davutoglu saetên êvarî bê Herêma Kurdistanê, wê fitarê li Hewlêrê bike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Davutoglu berî bê Hewlêrê, duh hevdîtinek ligel Erdogan saz kir. Li gor televizyona NTV ya Tirkiyê di hevdîtinê de agehdariyên derbarê serdana bo Herêma Kurdistanê hatine guftûgokirin. Wê Davutoglu di hevdîtina ligel Barzanî de nerazîbûna Tirkiyê ya derbarê bakurê Sûriyê (Werger: Rojavayê Kurdistanê) de bêne ziman. Herwiha wê Davutoglu daxwaz ji Barzanî bike ku piştgiriya PKK û PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê neke.
Rudaw
