• Sunday, 08 February 2026
logo

Erebên Zomarê Dixwazin Kêşeyan Çê Bikin

Gulan Media August 1, 2012 Nûçe
Erebên Zomarê Dixwazin Kêşeyan Çê Bikin
Duh çend çavkaniyên cîhê baweriyê û Şîniyên Devera Zomarê ragihandin ku, Erebên hawirde, ( ev Erebên ku, ji aliyê Rejîma Baesê ve ji bo Deverê hatine weguhastin) hewl bo vê yekê didin daku, planek bo afrandina nakokî û aloziyan di navbera Artêşa Îraqû hêzên pêşmerge de amade bikin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, Eşîrên Mîra, Mîsareşî û Hesna ku, ji aliyê Rejîma Basê ve bo Deverê hatine weguhastin planek amade kirine daku, di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Îraqê de şer derkeve.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, Serokên wan Eşîran di nava mala kesekî bi navê Elî Seray Meyûf civiyane û nav hatî ji wan re gotiye ez dikarim bi şev bi çekên giran êrîşa hêzên pêşmerge û Artêşa Îraqê bikim û bi vê awayî pêşmerge û Artêşa Îraqê dest bi şerê hevû du dikin.

Kurdistantv
Top