‘Em li Sûriyê heremekî xweser bo Kurdan nabînin’
Philip Gordon diyar kir ku ew yekrêziya xaka Sûriyê dixwazin û wiha pêdeçû: “Hûn dizanin me berî niha diyar kir ku heta rejîma Esed li Sûriyê berdewam bike, wê aramî li welêt çênebe. Em hewl didin ku di qada navneteweyî de zexta li ser rejîma Sûriyê bê zêdekirin û hem jî em piştgiriya pêvajoya siyasî dikin.”
Gordon bilêv kir ku sedî sed wê Esed biçe û wiha pêdeçû: “Hemû hewldanên me ji bo çûna Esed in û ji bo çûna wî jî ti gumana me nîne. Di vê mijarê de koordînasyoneke me ligel Tirkiyê heye. Berjewendiyên me yên hevpar hene.”
Cîgirê wezîrê navxwe yê berpirsê karûbarên Emerîka yê Ewrûpa û Avrasyayê Philip Gordon wiha got: “Dema em dibêjin, divê opozisyona Sûriyê yek bin û bikarin hev himbêz bikin, ev kurdan jî digre nava xwe. Ti guman di vê yekê de nîne. Em wekî Emerîka ligel opozisyonê bi awayekî bi koordîne kar dikin. Lê em di siberoja Sûriyê herêmekî xweser a ji bo kurdan an jî sînorekê nabînin. Em Sûriyekî hevpar dixwazin. Me bi vekirî anî ziman ku em piştgirî nadin tevgerkirinek xweser an jî parçebûnekê li Sûriyê.”
Rudaw
