Esîl Noceyifî: Bila Artêşa Îraqê Paşde Here
Di vê derbarê de evro Parêzgarê Parêzgeha Neynewayê ( Mûsil) Esîl Noceyifî ragihand ku, pêwîste Hikûmeta Îraqê di derbarê Sûriyayê de bi hevkarî û beşdariya tevahiya pêkhateyên Îraqê helwestên xwe bi awayekî eşkere diyar bike nekî bi bêdengî hêzên xwe yên leşkerî bişîne Deverê.
Noceyifî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji Rayedarên Îraqê kir daku, bilez Artêşa Îraqê ji Devera Zomarê vekişin jiber ku, hatin û mayîna Arteşê li Deverê ti kêşeyek çareser nake lêbelê dibe sedema afrandina kêşeyên nû.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, Deverên Zomar û Xabûr di nava rewşeke gelek baş ya ewlekarî dene û ti kêşeyek li wan Deveran de tuneye.
Kurdistantv
