Serokê Herêm: Her dema Encumena Nûneran mîhvandariya min bike amademe behsa hemû rastiyan bikim
Li hinek medyayên Iraqî de wiha hatiye belavkirin ku hejmarek ji Parlementerên Iraqê mijulin ji bo mîhvandarîkirina min daxwazek pêşkêşî Serokayetiya Encumena Nûneran bikin.
Rêzekî min ê zêde ji bo wê Encumenê heye ku bi hemû pêkhatên xwe ve nûnerayetiya hemû gelê Iraqê dike û şanaziyê jî bi wê yekê dikim ku hindî şiyana xwe me beşdarî li afirandina hal û mercekî wiha kir ku îro Iraq bûye xwedî Encumenekî wiha.
Ji bo wê yekê her demek ew Encumen bixwaze mîhvandariya min bike amademe li ber wan amade bim û behsa hemû rastiyan ji bo wan bikim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/07/2012
