• Sunday, 08 February 2026
logo

Davutoglu: Têgeha bakurê Sûriyê jî şaş e

Davutoglu: Têgeha bakurê Sûriyê jî şaş e
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu berî serdana xwe ya Hewlêrê, diyar kir ku bi nexşeyên xeyalî gefan dirûst dikin û got: “Em ji bo pêşî girtina wan nexşeyan, li bendê nasekinin. Em destûrê nadin çêbûnekî wek Qendîlê. Em temaşeyî dikin ku piştî çûna Esed, wê li Sûriyê rêveberiyek çawa hebe.”

Wezîrê derve yê Tirkiyê berî serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di xwarinekî fitarê de bersiva pirsên nûnerê rojnameyan ên Enqereyê da.

Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir ku mafên ji aliyê parlamentoyek demokrat ya ji aliyê gel ve hatî hilbijartin, di mijara naskirina mafan de wê xetên sor ên Tirkiyê nebin.

Ahmed Davutoglu diyar kir ku ew wekî Iraqê 10 salan na rawestin û wiha pêdeçû: “Dixwazî PKK û dixwazî bila El-Qaîde be, di demek her kes piştî çûna Esed guftûgo dikin, dixwazin me bi bakurê Sûriyê (Werger: Rojavayê Kurdistanê) mijûl bikin. Heta têgeha bakurê Sûriyê jî şaşe. Ew ne sînorekî yê bi nasnameyên kêmenetewan e. Ji ber ku li du bajarokan wêneyên Ocalan hatin bilindkirin, her derî boyeya sor xet dikin. Bi dirûstkirina nexşeyek xeyalî, li wê derê gefan diafirînin. Ji bo pêşîgirtina wê nexşeya parçebûnê, em wekî Iraqê 10 salan na rawestin.”

Davutoglu îdia kir ku ew kolan bi kolan Sûriyê dizanin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Qendîlekî nû çênabe. PKK yan jî El-Qaîde be, mafê me heye ku em li ser sînorên xwe tedbîrên li dijî terorê bigrin. Despêkê PYDê ligel Esed hevkarî çêkir, piştre jî rêzên xwe guherî. Birayên me yên li Efrîn û Qamişloyê ji bo me ne gef in. Em kolan bi kolan Sûriyê dizanin. Ez difirikirim ku wê piştî Esed Sûriye awayekî çawa bigre.”

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Ger hêz giha 100 hezarî, dibe ku di nava Sûriyê de herêmek çêbibe. Ji bo parastina sivîlan wê di hundir de tedbîr bên girtin. Ez xwe wekî di nava agirê Helebê de hîs dikim. Xwezî wê demê hêza me ya niha heban û me pêşiya Helepce girtiban.”

Rudaw
Top