Şêwirmendê Malikî: Ew hêz navegere
Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Elî Mûsewî ji Rûdawê re got: “Hêzên artêşa Iraqê bi fermaa hikûmeta Iraqê hatiye wê navçeyê, ji ber rewşa Sûriyê ne başe û ew hêza artêşa Iraqê dixwaze sînorê Iraqê yê ligel Sûriye biparêze.”
Şêwirmendê Malikî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ew hêza hatî, divê heta cihê jêre hatî diyarkirin biçe. Li gor destûrê jî belavkirina hêzê ya li wan navçeyan di bin deshilata hikûmeta Iraqê de ye.”
Saet 05.00ê sibeha înê, hêzekî artêşa Iraqê ku ji herdu lîwayên 37 û 38 pêkhatibûn, li nêzî gundê Qahîre yê girêdayî nahyeya Rebîe yê parêzgeha Mûsilê bi cih bûn.
Ew hêza artêşa Iraqê bi armanca piştgirîdana rejîma Sûriyê, dixwaze dergehê Pêşxabûr ku dikeve qezaya Zaxoyê bigre. Ev jî tekane dergehê sînorê Herêma Kurdistanê yê ligel Sûriyê ye û wekî wekîlê wezareta pêşmergeyan dibêje: “Ew hêza artêşa Iraqê bi bernameyekî hatî dariştin ji bo navçeya Pêşxabûr hatiye tevgerkirin. Gelek pêdiviyên şer ligel xwe anîne û ji bo sînorê Herêma Kurdistan û Sûriyê dagir bikin.”
Rudaw
