• Sunday, 08 February 2026
logo

Hikûmeta Êraqê 110 hezar serbaz li sînorên Herêmê kom kirine

Hikûmeta Êraqê 110 hezar serbaz li sînorên Herêmê kom kirine
Wezareta pêşmerge ya Hikûmea Herêma Kurdistanê aşkira dike ku Hikûmeta Êraqê 110 hezar serbazên artêşa Êraqê li ser sînorên Herêma Kurdistanê li Xaneqînê ta Zaxo kom kirine û hêza pêşmerge jî li wan navçane ketine haleta amadebaşiyê.

Di raporekê de ku duh 30/7/2012`an, pêşkêşî civîna Serokê Herêmê û serkirdeyên siyasî hatibû kirin, wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkira kir ku Hikûmeta federal a Êraqê li Xaneqînê heya Zaxo 110 hezar serbaz li ser sînorên Herêmê kom kiriye. Ji bo vê mebestê jî hêzên pêşmerge li wan sînoran di haleta amadebaşî de ne.

Li gor rapora wezareta pêşmerge aşkira dike ku ew hêzên serbazî yên hikûmeta federal a Êraqê ku li van sînoran kom kiriye li ew hêzên ku li sînorên welatên cîran zêdetire.

Ev çend rojin hêzeke zor ji artêşa Êraqê berve navçeyên veqetyayî tevdigerin û bi mebesta rê li pêşiya wan girtin hêzên pêşmerge jî li van navçeyan di haleta amade başî de ne.

Xendan
Top