Hikûmeta Êraqê 110 hezar serbaz li sînorên Herêmê kom kirine
Di raporekê de ku duh 30/7/2012`an, pêşkêşî civîna Serokê Herêmê û serkirdeyên siyasî hatibû kirin, wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkira kir ku Hikûmeta federal a Êraqê li Xaneqînê heya Zaxo 110 hezar serbaz li ser sînorên Herêmê kom kiriye. Ji bo vê mebestê jî hêzên pêşmerge li wan sînoran di haleta amadebaşî de ne.
Li gor rapora wezareta pêşmerge aşkira dike ku ew hêzên serbazî yên hikûmeta federal a Êraqê ku li van sînoran kom kiriye li ew hêzên ku li sînorên welatên cîran zêdetire.
Ev çend rojin hêzeke zor ji artêşa Êraqê berve navçeyên veqetyayî tevdigerin û bi mebesta rê li pêşiya wan girtin hêzên pêşmerge jî li van navçeyan di haleta amade başî de ne.
Xendan
