• Sunday, 08 February 2026
logo

Saziyên Medenî Yên Kurdistanê Artêşa Îraqê Mehkûm Kirin

Saziyên Medenî Yên Kurdistanê Artêşa Îraqê Mehkûm Kirin
Duh li Hewlêrê fedrasiyona saziyên medenî yên Kurdistanê di derbarê hatina Artêşa Îraqê ya bo Devera Zomar û Şengalê de civînek organîze kir.

Di civîna han de ku, bi hevkariya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatibû organîzekirin, Serokê fedrasiyona saziyên medenî yên Kurdistanê Ednan Enwer Beg peyvek pêşkêş kir û bi tundî ev kiriyara Artêşa Îraqê mehkûm û şermezar kir.

Pişt re jî Sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ev civîna han helwesteke nîştimaniye û em dixwazin bi vê rengî peyamek bigehînin bi Serokatî û tevahiya partiyên siyasî, û dibe tevahiya aliyên siyasî yek helwest bin jiber ku, ev tiştên ku, niha diqewmin gelek girîng û hesasin û bi çarenûsa netewî ya Gelê Kurd re elaqedarin.

kurdistantv
Top