• Sunday, 08 February 2026
logo

Teyîb: Parlamentoya Iraqê nikare lêpirsînê li serokê herêmê bike

Teyîb: Parlamentoya Iraqê nikare lêpirsînê li serokê herêmê bike
Berdevkê hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê, Mueyet Teyîb, diyar kir, li gorî destûra Iraqê, parlamentoyên Iraq û Herêma Kurdistanê nikarin lêpirsînê li serokê herêmê bikin tenê dikarin bo ronîkirina bûyeran pirsan jê bikin.

Hinek parlamenterên Iraqê, duh ragihandin, dest bi komkirina îmzeyan kirine bo lêpirsêna li serokê herêmê li bara girêbestên şîrketa petrolê ya Exxon Mobile digel herêmê û her wiha aloziyên li navbera hêzên pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê li deverên sînorî yên Zûmar û Xabûrê.

Li hember vê yekê, Mueyed Teyîb, ji AKnewsê re got, parlamentoyên Iraq û herêmê nikarin lêpirsînê li serokê herêmê bikin û tenê dikarin bo ronîkirina bûyeran hinek pirs jê bikin.

Teyîb, diyar kir, parlamentoya Iraqê nikare lêpirsînê li wezîrek yan rêveberekî giştî yê herêmê bike, lewre komkirina îmzeyan tenê tê wateya êrişa ragihandinê.

Teyîb, anî ziman, di warê zanistî de komkirina îmzeyan zêde girîng nîne, heta heke daxaza lêpirsênê pêşkêşî serokê parlamentoyê jî bê kirin dê bê redkirin.

AKenws
Top