• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Serok Barzanî Bo Berejwendiyên Xwe Serê Xwe Natewîne

Mesrûr Barzanî: Serok Barzanî Bo Berejwendiyên Xwe Serê Xwe Natewîne
Di derbarê peyama vê dawî ya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yaku, di derbarê rewşa Îraqê de pêşkêşî raya giştî kiribû, Şewirmendê civata ewlekriya netewî birêz Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de babeteke kurt nivîsandiye.

Şewirmendê civata ewlekariya netewî birêz Mesrûr Barzanî di vê nivîsa xwe de gotiye: cudatiya Serokê Kurdistanê li gel kesên din di vê yekê deye ku, Serok Barzanî ti carî ji bo berejwendiyên taybetî yên xwe serê xwe natewîne.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya nivîsîna xwe de gotiye ku, Serokê rastîn eve ku, ji bo parastina maf û berejwendiyên Gelê xwe bi Neyar û Nahezên Gelê xwe re rûbirû bibe ne ji bo berejwendiyên xwe yên taybetî serê xwe bitewîne.

Kurdistantv
Top