• Sunday, 08 February 2026
logo

Ahmet Ozal 30 milyon Dolar wergirtin û reviya

Ahmet Ozal 30 milyon Dolar wergirtin û reviya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku 2 milyon û 739 hezar Dolaran bide tawîzkirina beşdarên projeyeke niştecîbûnê, ku ji aliyê xwediyê wê nîvco hatiye hiştin. Şîrketa Ozal Grûp a kurê serokomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Ozal, Ahmet Ozal, berî sê salan ew proje wergirtibû, lê bêyî ku xilas bike, van rojan ji Başûrê Kurdistanê reviya. Proje ji aliyê kompaniyeke din li ser sindoqa niştecîbûnê tê xilaskirin.

Li gor serokê desteya hilberînê ya Herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem, “Kompaniya Ozal Grûp vegeriyaye Tirkiyeyê, lê bi rêya konsûlxaneya Tirkiyeyê emê hewl bidin zanyariyan li ser wê kompaniyê bidest bînin.”

Her xaniyekî projeya gundê Ozal City bi 50 hezar Dolaran bo kiryarên xwe hatine firotin. Proje yek ji projeyên di çarçoveya sindoqa niştecîbûnê de ye, nîvê pereyan ji aliyê hikûmetê tê dan, nîvê din jî ji aliyê kiryaran tê dan.

Ji sedî 70ê projeyê xilas bûye

Li gorî serpereştiyara projeyan li desteya hilberînê ya Herêma Kurdistanê, Hêro Enwer, heta niha şîrketa Ozal Grûp dora 30 milyon Dolaran wergirtiye, ku 7 milyon Dolar ji sindoqa niştecîbûnê bûn û yên din jî ji xelkê wergirtine. Hêro Enwer diyar kir ku şîrketê bi wan pereyan ji sedî 70ê projeya xwe xilas kiriye û ji sedî 30 maye.

Ozal City ji 996 xaniyan pêk tê, ku her xaniyek bi 50 hezar Dolarî ye. Tevahiya projeyê bi 49 milyon û 800 hezar Dolaran tê avakirin û xwediyê projeyê heta niha 30 milyon Dolar wergirtine û 19 milyon û 800 hezar dolar jî mane. Hêro got: “Bi wan pereyên ku mane proje tê xilaskirin.” Serokê desteya hilberînê ya Herêma Kurdistanê Hêriş Muherem herwiha got ku 10 milyon Dolarên kompaniyê li bankê hatine desteserkirin.”

Ev ne yekemîn şîrketa tirkî ye ku projeyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigire û nîvco dihêle. Berê jî şîrketa Çevikler a tirkî projeyeke niştecîbûnê nîvco hiştibû. Herwiha berî demekê şîrketa Kartal a tirkî 500 hezar Dolarên 25 karkerên Herêma Kurdistanê birin û reviya.

Rudaw
Top