• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê ENS’yê ji bo Kurdan razî bike li Hewlêrê ye

Serokê ENS’yê ji bo Kurdan razî bike li Hewlêrê ye
Serokê Encumena Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku piştgirî welatên Rojava û Tirkiye-Qetar-S.Erebîstan digire, Ebdulbasit Seyda ji bo razîkirina rêxistinên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê hat serdana Herêma Kurdistana Federal.

Li gorî nûçeya AFP disperse rayedarên Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Serokê ENS’yê Ebdulbasit Seyda di êvara yeşkemê de hatiye Hewlêrê. Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkere bike ragihand ku Seyda dê bi Serokê Herêma Kurdistanê û rêveberên din ên Kurdan re hevdîtin pêk bînin.

Rayedarê ENS’ê got; “Ji bo Kurd beşdarî Encunema Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) bibin, Seyda dixwaze peymanek bi Kurdan re mor bike.”

Li gorî nûçeya AFP’ê dê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî dê berşdarî hevdîtina bibin. Lê heta niha çavkaniyan ev agahî piştrast nekirine.

Seyda ku bi eslê xwe Kurd e, di van demên dawiyê de bû serokê ENS’ya ku heta niha nekariye piştgirî ji muxalefeta hindur a Sûriyeyê werbigire.

Lê balkêş bû ku serdana Seyda ya li Hewlêrê beriya ya Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû pêk hat. Tê payîn ku Davûtoglû sibê jî were Hewlêrê.

ANF
Top