• Sunday, 08 February 2026
logo

DYA: Civaka Kurdan li Sûriyeyê dînamîkek xurt e

DYA: Civaka Kurdan li Sûriyeyê dînamîkek xurt e
Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland bersiv da pirsa der barê gef û daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku civaka Kurd li dînamîkek xurt e.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef li destkeftiyên Kurdan ê li Rojavayê Kurdistanê xwaribû û Kurdan weke “terorîst” bi nav kiribû û gotibû ku mafê wan ê destwerdana Rojavayê Kurdistanê heye. Lê DYA’yê jî ragihand ku ew dixwazin Kurd beşdarî muxalefeta Sûriyeyê bikin û pesnê dînamîka Kurdan da.

Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland di daxuyaniyek çapemeniyê de got; “Em Kurdên Sûriyeyê teşwîq dikin ji bo li gel muxelefeta Sûriyeyê di nava ahengê de bixebitin û tevahiya muxelefetê jî teşwîq dikin ku bi kurdan re di nava xebateke baş de bin.”

Di brîfînga rojane ya duh de rojnamevanekî bi bîr xist ku Serokwezîrê Tirk Erdogan gotiye, “Sûriye beşek axa xwe spartiye PKK’ê, ji bo ku wêderê bike baregeh û êrişê me bike, Ji ber vê yekê Tikriye xwedî mafê destwerdanê ye.”

Nuland wiha bersiv da rojnamevanê ku jê pirsî ka ew tevlî analîza Erdogan dibe an na: "Min ev nirxandin nedîtin. Weke hûn jî dizanin civakeke Kurd a dînamîk li Sûriyeyê heye. Me her tim hewl da ku muxalefet, çi ya hundir çi jî ya derve, Kurdên Sûriyeyê tevlî nava xebata hevpar bike, da ku bi hev re bikarin bikevin nava pêvajoyeke siyasî ya piştî hilweşandina rejîmê.”

ANF
Top