• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Meletiyê êrîşa malên Elewiyên Kurd kirin

Li Meletiyê êrîşa malên Elewiyên Kurd kirin
Li Meletiyê li şara Surguyê maleke Elewiyan, çima ku nehîşt li ber mala wan dahol were lêxistin, rasta êrîşê hat û agir berdane axirê wan.
30 Tîrmeh 2012 Duşem 00:55

Li bajarê Meletiyê, li şara Surguyê du roja berê, di paşîvê de daholjen diçe ber mala Elewiyan û demeke dirêj bi awakî rihetîrevandî daholê lêdixe.

Li ser vê mala Elewî bertek nîşan dide û di navbera wan de niqaş derdikeve. Piştî bûyerê komeke faşîst kom dibe û êrîşa malên Elewiyan dikin. Di êrîşê de camên mala Elewiyan dişkînin û axirê wan agir berê didin.

Êrîşkaran bi sloganên "Surgu wê bi Elewiyan re bibe gor" û "Surgu wê bi Kurdan re bibe gor" avêtin ser malên Kurdên Elewî û sirûda netewî xwendin. Cendermeyê mudaxeleya bûyerê kiriye û koma êrîşkar belav kirine.
Li Surguyê Kurdên Elewî bi tirs in û ditirsin ku rasta êrîşeke organîze, wek Mereş û Sêwasê werin.

Avestakurd
Top