Livandina artêşê gefê li yekîtiya Iraqê dixwe
Endamê Tevahiya Dewleta Yasa Seidî Mutelebî ji AKnewsê re ragihand, "Ez ji serekên kurd dixwazim, bi zanebûn nêzî pirsa şandina artêşa Iraqê bo herêmên sînorî bi Sûriyê re bikin û çi helwest û daxuyaniyê nedin ku rewşê zêdetir aloz bikin, artêşa Iraqê parêzvanê hemû Iraqê ye û divê Herêma Kurdistanê jî palpiştiya wê bike."
Mutelebî got "Bikarhênana çekê ji aliyê pêşmergeyan li rûyê artêşa Iraqê de, helwesteke xerab e, hêvîdar im rewş di navbera Bexda û Hewlêrê zêdetir aloz nebe."
Ji aliyê xwe ve, Endamê Hevpeymaniya Kurdistanî Şiwan Teha ji AKnewsê re got, "Di 22 vê mehê civîneke fermandeyên serbazî yên Iraqê hate lidarxistin, û lihev kirin ku hêzên artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyê ji Rebîa heta Qaîm bişopîne û ji Rebîa heta Xabûr hêzên parastina sînor yên bi ser Hikûmeta Federal de bişopîne."
Teha got, "Tevî belavbûna hêzên pêşmerge di herêmên lihevkirî de, piştî rojekê, artêşa Iraqê dest bi livîneke ne asayî kir li hember hêzên pêşmerge."
Herwiha Teha got ku berdewamiya fişarên ji aliyên Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê de hemû dibin sedemek ku gef li yekîtiya Iraqê bihê kirin."
Di 27ê tîrmehê de, bi erkê parastina sînorên Iraq û Sûriyê, hêzeke ku ji herdu mîralayên (lîwaên) 37 û 38 pêk dihê şandin navçeya Zumar li parêzgeha Mûsilê kir. mîralaya 8 ya pêşmergeyên Kurdistanê ku li wê herêmê cîgîr e, rê neda ew hêz derbaz bibe û niha di amadesaziyê de bo berengarbûna pêşvehatina wê hêzê.
AKnews
