NY: Di 2 rojan de 200 hezar kes ji Helebê koçber bûn
Koordînatora Alîkariya Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos bal kişand ser pevçûnên dijwar ên li Sûriyeyê û diyar kir ku li bajarên weke Heleb, Şam û bajarên din ên welat ji ber di şerên di navbera her du aliyan de çekên giran tên karanîn, ev yek bandorek mezin li ser mirovên sivîl dike.
Rayedara NY’yê diyar kir ku ji ber pevçûnên dijwar ên li Helebê, sivîl di avahiyên weke dibistan û avahiyên gelemperiyê de bi cih bûne.
Valerie Amos, destnîşan kir ku bi awayeke lezgîn pêwîstiya xelkê bajêr bi av, xwarin û beteniyan heye. Ji ber pevçûnên li bajêr berdewam dikin, rêxistinên alîkariyê nikarin xwe bigihînin bajêr. Li hin saziyên NY û Heyvasor li bajêr bi mîqtareke kêm alîkarî dide gelê sivîl.
Herî zêde gelê sivîl jiyanê ji van pevçûnên dijwar dibîne û bi hezaran kes li benda alîkariya zad û xûrekan in. Li bajêr pirsgirêka herî mezin jî ew e ku li bajêr ard peyda nabe. Dîsa ji ber pevçûnên dijwar ên li bajêr ceyran hatiye birîn, tevî gihiştin, ragihandin û pirsgirêkên erzaq jî hene.
Hema bêje rojê 10 saetan ceyran tune ye. Guman heye ku ev yek zêdetir jî bibe. Ji ber rojiya Remezanê jî ev pirsgirêk her ku diçe zêdetir zoriyê dide jiyanê. Ji ber ceyran tune ye, klîma naxebitin, gel jî ji ber germahiyê nikare derbikeve derve.
Firin jî an naxebitin an jî bi awayek pir kêm dixebitin. Ji bo mirov ji firinekê nan bigire, divê tu bikevî dorê. Li du taxên Kurdan Eşrefiye û Şêx Meqsûd jî heman pirsgirêk hene. Li Helebê nêzî 600 hezar Kurd dijîn û piraniya wan li van her du taxan in. Komîteyên parastina gel van her du taxên Kurdan diparêzin.
ANF
