Îbrahîm Ceferî: Vê Serok Barzanî Kêşeya Heyî Çareser Bike
Ceferî di daxuyaniyeke de ji bo kanala Elhure ya Amerîkayê de eşkere kir ku, di derbarê meseleya çûyîna Artêşa Îraqê bo Devera Xabûrê de û asteng kirina wan ji aliyê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ve bi rêya telefûnê peyvendî bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve kiriye û bi awayekî berfire ev meseleya han giftûgo kirine.
Ceferî di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kiriye ku, vê di wan rojan de ji bo nirxandina vê meseleya han bi Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî re jî baxeve û ev meseleya han çareser bikin.
Kurdistantv
