Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xwe pîroz kir
Duh li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên girseyî ji aliyê gelê Kurd ve destpêkir û heya derengiya şevê berdewam kir.
Her weha ew hemû xwepêşandan bi dirûşma Desteya Bilind a Kurdî nûnerê me ye pêkhatin û gelek dirûşmên din jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye gotin.
Hêjayî gotinê ye ku di 11-07-2012`an de, li bajarê Hewlêrê, ji bo bikarbûna peymana Hewlêrê ya berê ku di navbera herdu encûmenên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, hatibû morkirin, desteya bilind a Kurd hatibû damezrandin taku bi hevre kar û xebatên Rojavayê Kurdistanê bi rêvebibin.
PUKmedia
