Li Helebê ji heman malbatê 3 jinên kurd hatin kuştin
Malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) belav kir ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyê li taxa Mesakin Henano ya bajarê Helebê 3 jinên Kurd ên bi navê Emel Mihemed Xelîl (27), dayîka wê Emîne Dawûd (50) û dapîra wê Elmas Dawûd (70) kuştin. Ev malbat ji gundê Calo yê nahyeya Raco ya herêma Efrînê ne.
Dema ku rokêteke tankê ya artêşa Sûriyê li mala wan ket, di encamê de hersê jinên kurd ên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber şer û pevçûnên navbera Artêşa Sûriyê ya Azad û hêzên rejîma Sûriyê de diqewimin, gelek malbatên kurd û ereb malên xwe bi cih dihêlin û direvin. Berî çend rojan jî dema Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwestin arîkariyê ji malbatên kurd ên li Helebê dijîn re bibin, rastî êrişa rejîma Esed hatibûn û 3 endamên YPGê hatibûn kuştin. Piştre jî YPGê wekî tolhildanê êrişê hêzên rejîmê kiribûn û 6 leşkerên Sûriyê kuştibûn.
Hêjayî gotinê ye ku li Helebê qasî 600 hezar kurd dijîn.
Rudaw
