Yawer: Pêşmerge Iraqê parçe dikin
Ebdullah Yawer di daxuyaniyek nivîskî ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin de wiha dibêje: “Hêzên pêşmergeyan rolekî xirab dileyîzin, ji bo parçekirina parêzgehên Kerkûk û Mûsilê kar dike. Pêşmerge fitneyê dirûst dikin.”
Yawer di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ez bi helwesta serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî, serokomarê Iraqê Celal Talabanî û serokwezîr Nûrî Malikî ya li beramberî dagirkirina beşek ji Mûsil, Kerkûk û Diyale ya ji aliyê pêşmergeyan ve matmayî me.” Yawer bilêv kir ku hersê serokatiyên Iraqê ji parastin û bi cihkirina destûrê berpirs in.
Sekreterê giştî yê Tevgera Dad û Reforman bi berdewamî daxuyaniyên li dijî kurdan dide û wiha dibêje: “Pêşîgirtina ji bo hatina artêşa Iraqê û kemîn danîna di nava parêzgeha Mûsilê de, binpêkirina destûr, lewazkirina hikûmeta navendî û rûniştvanên parêzgehan e.” Bi baweriya Yawer tiştekî xwezayiye ku deshilata artêşa Iraqê li ser tevayê xaka Iraqê ligel Herêma Kurdistanê hebe.
Ebdullah Yawer radigihîne ku berpirsyartî dikeve ser milê hersê serokatiyên Iraqê (serokomar, serokwezîr û parlamento) ku hêzên pêşmergeyan ji wan navçeyan derbêxin ên ku axa Mûsilê dagirkirine. Heta dawî li vê dagirkirinê bênin û artêşa Iraqê li wan navçeyan bibe deshilatdar.
Rudaw
