• Sunday, 08 February 2026
logo

Ekber Salihî: Li Sûriyê guhastina desthilatê xewn e

Ekber Salihî: Li Sûriyê guhastina desthilatê xewn e
Îro 29/7/2012`an, li Tehranê, wezîrê derve yê Êranê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku pirsa radestkirin an guhastina desthilatê li Sûriyê xewne.

Di kongireya rojnamegerî de ya piştî seredana wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelêm hat de Elî Ekber Salihî got: "Gelek şaşin ew kesê ku difikirin ku valatiya desthilatê li Sûriyê rû bide û weha bîrkirin ku wê hikûmeteke din were ser desthilatê, di baweriya min de ji bilî xewnan ne tiştekî din."

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelêm ragehand ku artêşa Sûrî dikare berevaniya xwe bike û parastina bost bost axa Sûriyê bike.

Muelêm berdewam kir û got: "Hêzên opozisyonê di şerê Şamê de şikestin û wê di şerê Helebê de jî bişkin û ew ê li dawiyê bi serkevin."

Wezîrê derve yê Sûriyê tekez kir ku ew hîna pabendin bi plana Annan ku li dijî destêwerdana derveye û bi çareseriyeke aştiyane re ye.

Welîd Muelêm carek din dupat kir ku grûpên terorîst ji Êraqê û Libnanê di bin navê rojnamevanî de derbasî Sûriyê dibin. Her weha daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir ku li pêşiya wan bê girtin.


Xendan
Top