Şer û pevçûnên giran li taxên Helebê diqewime
Ev şer û pevçûn piştî rojeke xwînî tên ku tê de 168 kes hatine kuştin ku ji wan 94 welatiyên sivîl, 33 ji artêşa azad û 41 ji hêzên rejîmê bûn.
Rewangehê di daxuyaniyekê de bal kişand ku şer û pevçûnên giran îro li taxên Bab el-Hedîd, Erqûb û kamapa el-Henderat li Helebê çê dibin, her wiha dengê teqînan ji gelek taxan tê bihîstin.
Li gorî rewangehê, helîkopterên rejîmê bi asmana taxên Selahedîn û Seyf el-Dewle jî difirin.
Çavkaniyê ronî kir ku li bajarê Himsê jî şer û pevçûn derdora fermandariya polîs navbera artêşa azad û artêşa rejîmê berdewam e û heta niha şervanekî artêşa azad hatiye kuştin.
Li parêzgeha Deraa jî, navçeyên Hirark, Xeriya û Kerik ji bal artêşa rejîmê ve hatine topbarankirin.
Rewangeha Sûriya xuya kir ku şer û pevçûnên giran li nêzîk avahiya artêşa rejîmê li bajarê Idlibê qewimiye.
AKnews
