• Sunday, 08 February 2026
logo

Dîzayna 53 navçeyên geştyarî li herêmê tê amadekirin

Dîzayna 53 navçeyên geştyarî li herêmê tê amadekirin
Serokê Desteya Geştyarî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku dîzayn bo 53 navçeyên geştyarî li herêmê hatiye kirin.

Mewlewî Cebar ji AKnewsê re daxuyand ku niha navçeya Bêxal a geştyarî û çend navçeyên din gefa pêîsbûnê li ser wan heye, lê hewl berdewam in ji bo paqijkirina wan navçeyan.

Cebar aşkere kir ku ew digel kompaniyên libnanî û nemsawî rêkeftine daku dîzayna hemû navçeyên geştyarî li herêmê amade bikin.

Cebar bal kişand ku Bêxal ji wan navçeyên ku hatine dîzaynkirin, jibilî ku 53 navçeyên din jî dîzayna wê dê bê amadekirin.

AKnews
Top