ENSê daxwaza destêwerdanê Komeleya Giştî ya NY dike
Seyda, duhî di kongreke rojnamegeriyê de li Ebû Zebî li Îmarata Erebî got, “Em daxwaza livandineke navdewletî ji Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ji bo rawestandina kuştina li Sûriya.”
Seyda bal kişand ku naxwazin ew destêwerdan ji bal Civata Ewlekariyê ve be, ji ber kir wê civatê nikarîbû tundiya rejîmê rawestîne.
Seyda tekîd kir ku ENS dizane ku berjewendiyên Rûsiya li navçeyê hene, lê nabe ev yek li ser hisabê berjewendiyên gelê Sûriya be.
Seyda got jî, “Tiştê li Sûriya diqewime ne nakokiyeke navxweyî ye, lê belê şoreşeke ku tê hemû pêkhateyên civaka Sûriya beşdar in dijî rejîma sîtemkar Beşar.”
AKnews
