• Sunday, 08 February 2026
logo

HPG: Şemzînan hê di bin kontrola gêrîlayan de ye

HPG: Şemzînan hê di bin kontrola gêrîlayan de ye
Berdevkê Hêzên Parastina Gel (HPG) Bextiyar Dogan di daxuyaniyek taybet a ji Rûdawê re diyar kir ku şerê ev seş roj in li Şemzînan destpêkiriye hê jî didome. Dogan diyar kir ku navenda Şemzînan, Tugaya Şemzînan û Alaya Garê jî ev du roj in di bin kontrola gerîlayan de ne.

Berdevkê HPGê Bextiyar Dogan di daxuyanik taybet a ji bo Rûdawê de destnîşan kir ku wan ji 24ê tîrmehê ve li Şemzînanê tevgerek mezin dane destpêkirin. Dogan wisa axivî: “Gerîlayên me ji 23 û 24ê tîrmehê ve rêya Şemzînan û Gerdiyan ev dibe 6 roj ontrol dikin. Artêşa Tirk a dagirker dixwast ji ҫar aliyan ve gerîlayên me dorpêҫ bikin.”

Bextiyar Dogan diyar kir ku wan di ji 24ê mehê ve tevgerek dane destpêkirin. Di ҫarҫoveya vê tevgerê de Alaya Şemzînan, Tugaya Garê û herwiha yekîneyên wan ên veşartî ku di araziyê de bûn, ji aliyê gerîlayên wan ve hatine hedefgirtin. Berdevkê HPGê wisa dewam kir: "Mudaxeleya Artêşa Tirk bi berxwedana gerîlayên me hate paşdevegerandin. Artêşa Tirk dixwast Şemzînan û Gerdiyan a ku ji hêla gerîlayên me vê tê kontrolkirin bombebaran bikin û artêşa dagirker dixwast êrişên hewayî pêk bînin, lê bi berxwedana gerîlayên me ev yek jî hat astengkirin. Dewleta mêtînger û otorîteya wê ya li herêmê hejiyaye. Ev şeş roj in tevgera gerîlayên me li wê herêmê berdewam dikin. Artêşa dagirker ji bo ku otorîteya xwe ya hejiyaye bi êrişên teknokojî bi hewan, obûs, tank û bi balefirên şer êrişên cihên di bin destê gerîlayên me de ye pêk tîne."

Wî di berdewamiya axaftina xwe de detnîşan kir ku Artêşa Tirk li beramberî gerîlayên wan nikarin bi ser bikevin û wisa pê de ҫû: "Ji ber wê jî li gelek deverên wekî gundê Nehilê, Bêgirgê, Navzêrê, Bîrkola,Robonîş, Girê Konserve, Girê Berfireh û herwiha qontarên wê ji aliyê balafirên şer û bi obûs û topan jî bi dijwarî têne bombebarankirin."

Navenda Şemzînan, Tugaya Şemzînan û Alaya Gare di bin kontrola gerîlayên de ne

Dogan diyar kir ku li wan gundan û mezrayan gelek ziyanên gundiyan jî ҫêbûne û di derbarê windayiyan de jî ev agahdarî dan: "Şer hê jî li van deveran berdewam dike. Hikûmeta AKPê behsa şerê li Sûriye û deverên din dike. Li van deran behsa berxwedana gelan dike. Lê belê li beramberî gelê Kurdistanê hemû cûreyên teknîkê bi kar tîne. Şerê her du rojên destpêkê yên me bi zelalî bi dest xistiye, 30 leşker li vir hatin kuştin. 4 gerîla bi berxwedanî gihiştin şahadatê. Artêşa dagirker bi ҫapemeniya xwe encamên derewîn li dinyayê belav dike. Îro jî bi hezaran leşker û bi sedan gerîla di nava pevҫûnê de ne."

Di derbarê rewşa niha ya şer jî Bextiyar Dogan wisa axivî: "Bi taybet navenda Şemzînan, Tugaya Şemzînan û Alaya Gare ev du roj in di bin kontrola gerîlayên me de ne. Şer hê berdewam dike û gerîlayên me di nava berxwedanek xurt de ne. Ger di pêşerojê de zanyariyên nû hebin, em ê ji raya giştî re parve bikin."

Rudaw
Top