• Monday, 09 February 2026
logo

BDP şandekê dişîne Rojavayê Kurdistanê

BDP şandekê dişîne Rojavayê Kurdistanê
Piştî pêşveçûnên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û rizgarkirina çend bajaran a ji aliyê Kurdan ve, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) biryar girt ku şandekê bişîne Rojavayê Kurdistanê. Parlamenterekî BDPê jî ji Rûdawê re got: “Emê bên Herêma Kurdistanê û di wir re derbasî Rojava bibin.”

Gelê Kurd 19ê mehê li Rojavayê Kurdistanê piştî ku hêzên rejîmê ji bajêr vekişiyan, dest danîn ser rêveberiya bajarê Kobanê. Piştre jî rêveberiya gelek navçe û bajarên din ên wekî, Efrîn, Amûdê, Cindirês, Kirgê Legê, Dêrik û gelek gundên ketin destê Kurdan.

Piştî van pêşveçûnan BDPê jî biryar girt ku ji bo şopandina van pêşveçûnan, şandekê bişîne Rojavayê Kurdistanê. Parlamenterê BDPê yê Wanê Nazmî Gur derbarê serdana şanda wan a bo Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Me ji zû de biryar girtibû şandekê bişînin Rojavayê Kurdistanê. Hê ne diyare emê kîjan rojê biçin.”

Gur diyar kir ku ewê bên Herêma Kurdistanê û di wir re derbasî Sûriyê bibin. Derbarê armanca serdanê de jî got: “Armanca me ew e ku em hemû partî û rêxistinên Kurdan bibînin. Ger mimkun bû emê ligel opozisyonê jî bicivin.”

Parlamenterê BDPê Nazmî Gur di dawiya axaftinên xwe de got: “Wê heftiya bê roj û dema serdana me ya ji bo Sûriyê bê diyarkirin. Piştre jî emê bên Herêma Kurdistanê û ji wir jî derbasî Rojava bibin.”

Rudaw
Top