• Sunday, 08 February 2026
logo

Pêşmerge: Hatina artêşa Iraqê bo Zumar dagîrkarî ye

Pêşmerge: Hatina artêşa Iraqê bo Zumar dagîrkarî ye
Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hatina hêzên artêşa Iraqê bo navçeya Rebîaa li ser sinorê Iraq û Sûriya jibilî dagîrkariyê ti wateyeke wê ya din tune ye.

Duhî, fewca 2 ya lîwaya 38 a fîrqeya 10 a artêşa Iraql ku li nahiyeya Rebîaa hatiye cihgîrkirin dixwest biçe mavçeya Sihêle û gundê Qahîre yê bi ser nahiyeya Zumar û lîwaya 8 a Wezareta Pêşmerge ku li wê navçeyê cihgîr e û diparêze rê nean wan.

Enwer Osman ji AKnewsê re daxuyand ku heta niha pirsgirêka hatina wî fewcî li navçeya Seîaf heta gundê Gaîne wek xwe maye û çareser nebûye.

Osman bal kişand ku niha ew fewc li nêzîk gundê Qahîre ku derveyî sinorê lîwaya 8 a pêşmerge ne cihgîr bûne.

Osman ronî kir ku ew hêz li nêzîk gundê Qahîre yê bi ser nahiyeya Zumar ku yek ji navçeyên nakokî li ser heye çend xendeq kolandine û li wir cihgîr bûne, rê bi wan nayê dayîn bêtir pêş ve bên bi taybet jî bo nav sinorê lîwaya 8 a pêşmerge.

Osman got jî, “Hatina wî hêzê artêşa Iraqê jibilî dagîrkariyê ti wateyeke wê ya din tune ye, ji ber ew navçeya sinorî aram e û ti pirsgirêk tê de tune ye, me ji wan re jî gotiye ku pêş ve neyên û eger bêne pêş dê bersiveke me ya din hebe.”

AKnews
Top