• Sunday, 08 February 2026
logo

Davutoglo hawara xwe digihîne Barzanî

Davutoglo hawara xwe digihîne Barzanî
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu roja ҫarşeme tê başûrê Kurdistanê û wê hevdîtinekî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re pêk bîne. Armanca hatina Davutoglu ya Hewlêrê gûtfûgokirina li ser rojavayê Kurdistanê û pê ve jî girêdayî berterefkirina hêza PYD û PKKê ya li wir e.

Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu di derbarê serdana xwe ya başûrê Kurdistanê di televizyonek tirk de ev agahdarî dan: "Ji xwe Birêz Barzanî ji beriya ҫend mehekî li vir bû. Em li ser pêşveҫûnên rû didan axivîbûn. Em ê bi awayekî li ser rûdanên nû pêk hatine biaxivin. Herwiha em ê li ser xebatên di warê tekoşîna li dijî terorê de jî biaxivin."

Ji hêla din ve Davutoglu di derbarê dewletbûnek kurdan a li rojavayê Kurdistanê de jî axivî û îdia kir ku hejmara kurdên li wir niştecih in têra dewletbûnekî nakin. Davutoglu got: "Li başûrê Îraqê li herêmên ҫiyayî sînorekî ku bi giştî kurd lê dijîn heye. Li Sûriyê jî wekî ku hebûnek kurdan hebe tirs tê belavkirin. Li cihên ku tê îdiakirin al hatine rakirin, nifûsek zêde biҫûk heye."

Ahmed Davutoglu çarşema bê tê Hewlêrê û wê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Rudaw
Top