• Sunday, 08 February 2026
logo

Artêşa Esed dest bi êrîşa ser Helebê kir

Artêşa Esed dest bi êrîşa ser Helebê kir
Artêşa rejîma Esed îro (28/7/2012) li demjmêrên sibê dest bi êrîşeke mezin û berfireh ku cara yekê ye ji dema xwepêşandan destpêkirîn ve li ser bajarê Helebê kir.
28 Tîrmeh 2012 Şemî 11:05

Esed bi mebesta vegerandina desthilatdariya xwe li ser taxên ku ketî destê çekdarên Artêşa Azad de vegerîne, îro li demjmêrên sibê bi tank, helîkopter û çekên giran dest bi êrîşa ser bajarê Helebê kir. Li gor Serokê Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê Ramî Ebdulrehman ji çapemeniyê re ragihandî, bi taybetî êrîş li ser taxa Selahedîn destpêkiriye, ev tax tê topbaran kirin, pevçûnên dijwar di navbera çekdar û hêzên rejîmê de diqewimin. Her weha li taxa El Sikerî û devera El Hemdaniya pevçûn dijwarin û ev li dora 2 demjmêran êrîş berdewam dike.

Avestakurd
Top