Malikî hêzên pêşmergeyan hişyar dike
Nivîsîngeha fermandariya hêzên çekdarî yên Iraqê ku ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve serkêşiya wê tê kirin, di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin de wiha tê gotin: “Artêş û polîsên federalî bi dirêjiya 600 kîlometreyan li ser sînorê hevpar ên navbera Iraq û Sûriyê de ji bo pêşîgirtina bûyerekî xirab ku di encama rewşa xirab a Sûriyê de çêbibe ye û armanca wê ne Herêma Kurdistanê ye.”
Di daxuyaniyê de behsa parastina serweriya welat û parêzvaniya sînor tê kirin û tê gotin ku berpirsyartî ya hikûmeta federaliye, ne di deshilata herêm û parêzgehê de ye. Nirxandina helwestê di deshilata fermandariya giştî ya hêzên çekdar û civata asayîşa nîştîmanî de ye. Rewşa sînorê hevbeş ligel Sûriyê pêwîstî bi wergirtina tedbîrên zêdetir heye.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Reftarên hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê berevajî destûriye û mijûl bû pevçûnên çekdarî çêbibin. Herwiha derbazbûna hêzên Herêma Kurdistanê ya bo ser sînorê parêzgeha Mûsilê, kontrolkirin û sergirtina saziyên îdarî, rakirina çek û gefxwarina ji aliyê pêşmergeyan ve, diyardeyekî tirsnake û wê encamên xirab bi xwe re bêne.”
Di dawiya nivîsîngeha fermandariya hêzên çekdarî yên Iraqê de wiha tê gotin: “Di demek em li ser wê yekê berdewamin ku şerê çekdarî çênebe, tekez li ser wê yekê dikin ku pêwîste Herêma Kurdistanê rêzê li sîstem û yasayê bigre. Nerazîbûn nîşandana derbarê hebûna hêzên federalî û belavkirina li ser sînorê hevbeş ligel Sûriyê ku li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê ye, binpêkirinek vekirî û eşkere yê yasayiye.”
Rudaw
