• Saturday, 07 February 2026
logo

Li bakurê Kurdistanê şer dijwar e!

Li bakurê Kurdistanê şer dijwar e!
Li demeke ku li Rojhilata Navîn guhartinên girîng ji bo gelê Kurd dibin, li bakurê Kurdistanê jî şer di navbera dewleta Tirk û gerîlayên PKK'ê de dijwar bûye. Hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ku rojeva xwe ya sereke kirine rewşa Sûriyê, pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê)
28 Tîrmeh 2012 Şemî 09:26

dibin û gefxwarina li dijî gelê Kurd, dixwaze rastiya xwe ya hundir bincil bike û raya giştî ya Tirkiyê bi derve mijûl bike. Lê êrîş û çalakiyên gerîlayên PKK'ê û çalakiyên ciwanan rojevê neçar dike çapemeniya Tirkiyê wan bîne ziman. HPG'ê ji aliyê xwe ve ragihand ku ev çend rojin navçeya Şemzînan di bin kontrola gêrîla de ye û artêşa Tirkiyê bi tank, top, balefir û bi hejmarek zêde leşker li dijî gerîla şer dike û şer dijwar e.

Ji aliyekî din ve, duhî gêrîlayên PKK'ê êrîşî qeraqoleke Dêrsimê kirin, paşê opersyona artêşa Tirk destpêkir û pevçûn berdewamkirin. Çapemeniya Tirkiyê aşkerekir ku ji encama guleyên gerîla helîkoptereke leşkerî derbe xwarine û leşkerên tê de birîndar bûne.

Li Amedê jî nêzîkî 200 ciwanên Kurd li kolana Sento ya navçeya Rezan a Amedê bi bombeyên deng û fîşekên hewayî êrîşî Baregeha Jetê ya fermandariya hêzên hewayî pêk anîn.

Avestakurd
Top