Parlamenter û balyozek ji Esed cûda bûn
Duh parlamentera jin a bi navê Îxlas Ehmed Bedevî ji rejîma Beşar Esed cûda bû û derbasî Tirkiyê bû. Bedevî ji Ajansa Anadolu ya Tirkiyê re got: “Ez bang li tevayî heval û parlamenteran dikim. Ji kerema xwe hûn jî tişta min kirî bikin. Divê em mil bi mil li cem gel bin.”
Bedevî diyar kir ku li Sûriyê rewşên jiyankirinê pir zor in û li wê derê karesta mirovahiyê tê jiyankirin. Bedevî got: “Mirovên ji ber rejîma Esed direvin, tenê azadî û demokrasiyê dixwazin.”
Li ser pirsa niha Esed li kuderê ye? Bedevî got: “Sê malên Esed li Helep, Şam û Lazkiye hene. Nayê zanîn ku li kuderê ye. Dibe ku li cihekê ji wan deran be.”
Balyozê Sûriyê yê Rûsya Spî Farûq Taha jî ji rejîma Esed cûda bû û tevlî nava refên opozisyonê bû.
Rudaw
