• Saturday, 07 February 2026
logo

Demîrtaş: Erdogan dujmintiya kurdan dike

Demîrtaş: Erdogan dujmintiya kurdan dike
Serokê giştî yê partiya aştî û demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş, li hember gef û gotinên rayedarên Tirkiyê li dijî avabûna “Kurdistana Rojava” li bakûrê Sûriyê nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Gelê Kurdistana Rojava bêxwedî nîne. Serokwezîr bi awayekî aşkere dujmintiya kurdan dike.”

Serokê BDP, Selahedîn Demîrtaş, duh li navçeya Sirûcê ya Rihayê fitara xwe vekir û li salona Avesta ji gel re axivî û li bara bûyerên Sûriyê nêrînên xwe anî ziman.

Li gorî nûçeya CNN Turk, Demîrtaş, li hember gef û gotinên rayedarên Tirkiyê yên li dijî kurdên Sûriyê û avabûna “Kurdistana Rojava” bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, rayedarên Tirkiyê, şûna ku behsa 20 milyon kurdên Tirkiyê bikin êrişî kurdên Sûriyê dikin û wiha axivî, “Li bila bizanibin ku gelê kurd bêxwedî nîne, kurdên Sûriyê û Kurdistana Rojava û Kobanî bêxwedî nîne.”

Demîrtaş, diyar kir, siyaseta serokwezîrê Tirkiyê li dijî kurdan tu ferqa wê bi siyaseta serokê Sûriyê li dijî welatiyên xwe re tune ye ji ber ku her du jî serkut dikin, dikujin û ji Erdogan re wiha got, “Esed li te dinêre û xwe dibîne.”

Serokê BDP, ji Tirkiyê xwest, serokê PKK Abdullah Ocalan, ku nêzîkî salekî ye hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re hatiye qedexekirin, bê berdan û got, bo çareseriya pirsa kurd, divê dewleta turk guhê xwe bi de Ocalan.

AKnews
Top