• Sunday, 08 February 2026
logo

Pêşmerge Nehêşt Artêşa Îraqê Biçe Xabûrê

Pêşmerge Nehêşt Artêşa Îraqê Biçe Xabûrê
Duh du Lîwayên Artêşa Îraqê bi mebesta kontrol kirina pira Xabûr û deriya Sînur ya Rebîe ber bi wan Deveran ve ketin rê lê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê derfet nedan ku, ev du lîwayên han biçine cîha mebest.

Di vê derbarê de Şewirmendê wezareta pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê Enwer Hecî Osman ragihand ku, hevdem ligel hatina ev du lîwayên han hêzên Pêşmerge li Devera Zomarê pêşiya wan girtiye û nehêştiye biçine Deriya Rebîe.

Çavkanî eşkere kir ku, ev du lîwayên han gelek hêz û çekên giran, tank û kopter jî bi xwe re anîne û kopterên wan li Balefirgeha Mûsilê de hatine bicîhkirin.

kurdistantv
Top