• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî nûnerên Îdarî û pêkhatên qezaya Duzxurmatû kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî nûnerên Îdarî û pêkhatên qezaya Duzxurmatû kir
Duh pênçşem 26/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî nûnerên îdarî û pêkhatên qezaya Duzxurmatû kir ku ji Serokê Encumena Qeza û Qaymeqamê Qeza û Nûnerên pêkhatên ji Kurd û Turkman û Ereb pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku birêz Yasîn Ebubekir Wezîrê Karebaya Herêma Kurdistanê amade bû, Qaymeqamê Qezaya Duzxurmatû komek gîr û girift û kêşeyên qezayê xisterû. Bi taybetî li rûyê emnî û koçkirina hejmareke berbiçav li runiştvanên qezayê bi sedema xerapiya rewşa emnî ve û bi navê hemû pêkhatên qezayê jî daxwaza pêkanîna fewcekî hevbeş ji Kurd û Turkman û Ereb kir ji bo parastina wan ji wan kirdarên terorîstiyên ku rojane rûbirûyê wan dibê.

Kêşeya kembûna kareba û terxankirina çend pileyekî wezîfî û nûjenkirina çend qutabxaneyek û encamdana komek projeyên biçuk mijareke dinê hevdîtinê bû. Li vî warî de jî Qaymeqamê qezayê ji bo qeza daxwaza terxankirina çend mêgawatekî karebaya Herêmê kir.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramber wê tebayiyê derbirî ku li navbera pêkhatên qezayê da heye û hêvî xwest ku ew qeza pêşengiya hemû navçeyên dinê Iraqê bê.

Sebaret bi daxwaziyên wan Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku bi hemû şiyanan ve hewla cîh bi cîhkirina beşekî zêdeyê daxwaziyên wan dide.

Serokê Encumena Qezayê ku ji birayên Erebane û her wiha endamekî encumenê ku ji birayên Turkmanane ji bo vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kirin û her du jî heman daxwaziyên qaymeqamê qezayê dûpatkirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku bi lez çareseriyek ji bo rewşa xerapa emniya qezayê peyda bike.
Top