Li Silêmaniyê kampanya komkirina alîkariyê bo kurdên Sûriyê dest pê kir
Berpirsê koma Bangî Kurdayetî, Kemal Ebûbekir, ji rojnamevanan re ragihand, em bo ku piştevanî û hevxemiya xwe bo kurdên rojavayê Kurdistanê li Sûriyê nîşan bidin, kampanya komkirina alîkariyê dest pê kir.
Ebûbekir, diyar kir, koma me bi awayekî fermî hatiye avakirin û parêzgarê Silêmaniyê jî ev yek qebûl kiriye lê tu partî û aliyekî pişta koma me nagire û em xwe wek komek bêalî bo vê kampanyayê didin nasîn.
Berpirsê koma Bangî Kurdayetî, aşkere kir, em dixazin civînek din digel parêzgarê Silêmaniyê li bara çawaniya destpêkirina kampanyayê û dê ji wî bixazin ku bi rêya mizgeft û melayan ve bo kampanyaya han alîkarî bê kirin.
Kemal Ebûbekir, da zanîn, me ji parêzgehên Duhok û Hewlêrê jî xwestiye pişta vê kampanyayê bigirin û li wan parêzgehan jî alîkarî bo kurdên rojava bên komkirin û emê alîkariyên xwe bi rêya hîva sor a navdewletî bigihînin destê kurdên Kurdistana Rojava.
Hinek welatên din jî dest bi komkirina alîkariyê bo xelkê Sûriyê, ku ji ber rewşa Sûriyê neçar mane mal û warên xwe biterikînin, kirine.
AKnews
