Kirîna Iraqê çekên giran ji Rûsyayê kurdan dilgiran dike
Wezîrê Bergiriyê bi wekalet hevrê bi şandeyeke leşkerî re, roja duşema borî gihişte Moskowê ji bo kirîna çekên giran, lewma kurd bi fikar û dilgiran bûn.
Parlamenterê kurd yê bi ser Hevpeymaniya Kurdistanî de di Parlamentoya Iraqê de û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr di daxuyaniyekê de ku li ser dezgehên ragihandinê belav kir got, "Kirîna çekan di vê dema nazik û hestyar de ku welat di kirîzeke siyasî re derbaz dibe, ne li dihê xwe ye."
Teyfûr hişyarî daku ev babet bo armancên siyasî nehê bikarhênan, zêdebarî rewşa ne cîgîr li Rojhilata Navîn.
Teyfûr tekez kir ku Iraq ji hemû tiştan zêdetir hewcedarî xizmetguzarî û avadankirinê ye û divê Hikûmeta Iraqê vî barî ji ser pişta welatiyan rake.
AKnews
