• Sunday, 08 February 2026
logo

Kerkûk mêvandariya kongreyeke navneteweyî dike

Kerkûk mêvandariya kongreyeke navneteweyî dike
Civata parêzgeha Kerkûkê mêvandarîkirina sêyem kongreya navneteweyî ya bajarên intîqalî (bajarên ku di rewşeke demkî de dijîn û hê çarenivîsa wan a dawî nehatiye diyarkirin), ragihand.

Civata parêzgeha Kerkûkê mêvandarîkirina sêyem kongreya navneteweyî ya bajarên intîqalî di cotmeha bê de ragihand, armanca wê kongreyê jî bi gotina serokê civatê: “Ji bo nasandina Kerkûkê bi cîhana derve ye.”

Wek amadekariyekê ji bo kongreyê, serokê civata parêzgeha Kerkûkê Hesen Toran li gel Patrick O’Malley civiya û li gor nûçeyekê ku di malpera taybet a Hesen Toran de hatiye, “Serdana O’Malley ji bo danîna xalên dawî yên kongreyê ye.”

Patrick O’Malley pisporê navneteweyî yê aştbûna niştimanî ye û dibêje: “Kongreya yekem li Petrofika û kongreya duyem li Îrlanda hatin sazkirin û kongreya sêyem jî dê li Kerkûkê be, ku girîngiyeke wê ya taybet heye.”

Rudaw
Top