• Sunday, 08 February 2026
logo

Balafirên Tirkiya gundên Qendîlê bordman dike

Balafirên Tirkiya gundên Qendîlê bordman dike
Şaredara Wertê ragihand ku şeva borî balafirên şerî yên Tirkiya çend gundên li sinorê nahieya Sengerser bordman kirin.

Kuwêstan Ehmed ji AKnewsê re daxuyand ku şeva borî dora saat 23:30 (bi dema Iraqê) balafirên Tirkiya gundên Lêwjê, Ênzê û Geliyê Tewrêyan li sinorê nahiyeya Sengeser bordman kirin.

Ehmed aşkere kir ku bi sedema bodrmanê agir girte wan cihan û heman balafir li ser gundên Pirdeşal, Bokirîskan û Zargelî li sinorê şaresariya Wertê firiyan.

Ehmed bal kişand ku bi gotina xelkê navçeyê bêtirî 10 balafirên şerî bûn ku navçe bordman kirin.

AKnews
Top