• Sunday, 08 February 2026
logo

HK: Dûrxistina kompaniyên petrolê zirarê digihîne Iraqê

HK: Dûrxistina kompaniyên petrolê zirarê digihîne Iraqê
Peyvdarê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku siyaseta dûrxistina kompaniyên cîhanî yên petrolê zirarê digihîne Iraq û kerta petrolê.

Muayed Teyib ji AKnewsê re daxuyand ku dûrxistina kompaniyên mezin ên petrolê wek Chevron û Exxon Mobil ji bal hikûmeta Iraqê ve dê bibe sedema dûrketina wan kompaniyan ji Iraqê, ji ber ew kompanî niha mijûlî îmzakirina girêbestane digel Herêma Kurdistanê ne.

Teyib xuya kir ku hikûmeta Iraqê niha rê li pêşiya kompaniyên biçûk ên petrolê vekiriye ku karên xwe jidil nakin.

Teyib ronî kir ku tenê kerta petrolê zirarê ji wê siyaseta hikûmeta Iraqê dibîne, ji ber ew kompanî gelek şarezane, tevî ku ew dest ji girêbestên xwe yên digel Herêma Kurdistanê bernadin.

Teyib got jî, “Kerta petrolê li Iraqê paş dikeve, ji ber cudahiyeke mezin heye navbera rêkeftin digel kompaniyên mezin û yên biçûk.”

Pêr, hikûmeta Iraqê biryar da kompaniya “Chevron” a amerîkî ji Iraqê dûr bixe piştî ku kompaniyê bi hevparî kar di kerta petrolê li Herêma Kurdistanê de kir.

AKnews
Top