Bakûrê Kurdistanê, 763 Saziyên Sivîl bo Aştiyeke Hemîşeyî Bangewazî Arasteyê Dewleta Turkiyê Dikin
Sazî û dezgehên sivîl ên weke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Boruya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (KMM) û bi giştî 763 sazî, bi bangewaziyeke hevpar xwestin tecrîda li ser Rêberê Partîya Karkirên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bihê rakirin û dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavan bihavêje.
Li ser navê saziyan serokê KMM’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û da xuyakirin, ku ev salek e li ser Ocalan tecrîd dihê meşandin û hikûmet nahêle Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bihîne. Bîlîcî, bal kişand li ser rol û bandora Ocalan a di nava civaka Kurdistanê de û ragihand, ku bandora Ocalan li ser civaka kurd pir zêde ye û got Ocalan aktorê sereke yê pirsgirêka kurd e.
Bîlîcî daxwaz jî kir, ku ji bo aştiyeke berdewam, herdemî û bi rûmet hevdîtina bi Ocalan re nehê astengkirin û rewşa Ocalan bihên sererastkirin.
Hêjayî gotinê ye, ku ev salek e dewleta Turkiyeyê bi hincetên ciyawaz nahêla Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. KCD û BDP jî azadkirina Ocalan weke rojeva xwe ya sereke neqandin. Dewlet jî dibêje, ku heta PKK dev ji çekan bernede ew dê van daxwazên BDP’ê pêk nehîne.
