• Sunday, 08 February 2026
logo

Kurdên Rojava artêşeke mezin avadikin

Kurdên Rojava artêşeke mezin avadikin
Li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran keç û xortên Kurd perwerdeya leşkerî dibînin da ku herêmên xwe biparêzin û valebûna piştî çûna rejîma Esed tije bikin.
26 Tîrmeh 2012 Pênşem 09:14

Pêvajoya rêxistinkirina ciwanên Kurd di warê leşkerî de ku di bin siya Meclîsa Gel de (PYD) de destpêkir, piştî ragihandina Heyeta Bilind ya di navbera Meclîsa Gel û ENKS'ê de,

li gor peymanê divê ev artêş di bin fermanên Heyeta Bilind ya Kurdên Rojava de be. Li gor agahiyên hatîn bi destxistin, ro bi roj ev artêş mezin dibe û bi hezaran ciwan di rêzêde ne ku tevlî vê artêşê bibin. Bi taybetî li Kobanî, Efrîn, Dêrik ciwan tên perwerdekirin û li gor rêpîvanên Artêşa weletan ev ciwanan tên perwerde kirin.

Lê ji aliyekî din ve dewleta Tirkiyê ji van guhartin û pêngava adize û dide diyarkirin ku ew ê rê nedin ev deverên han bikeve destê Kurdan. Lewma ferman da hêzên muxalif yên Ereb ku çavê xwe ji vê yekê re negirin û hêzeke mezin li ser sînorê Nisêbînê bicîh kiriye.

Avestakurd
Top